• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Dawetvanê rûken :Wesfî Tekîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hejmara kurdên dîndar ên ku di salên 90an de ji teref PKKê ve dihatin qetilkirin bi sedan dihat îfadekirin. Ji van kurdên dîndar ên ku ji teref PKKê ve hatibûn qetikirin yek jî Wesfî Tekînê ku li Edenê li derdora xwe bi nasnameya xwe dawetvanîyê û bi rûkenîya xwe dihat naskirin e. Wesfî  Tekînê ku di salên 90î de li Edenê li derdora xwe bi nasnameya xwe dawetvanîyê û bi rûkenîya xwe dihat naskirin 2ê îlona 1994an de piştî nimêja înê di êrîşa çekdarî ya ku li dikana wî ya kitêpfiroş de hat kirin  de bi qaleşî hat qetilkirin.

Hakan Tekînê ku lawê Wesfî Tekîn e destnîşankir ku ew eslê xwe ji gundê Êsêya Gercewsê ne û dema ku bavê wî hatîye qetilkirin hê 35 salî bû.

“Dilovanîya bavê min li ser teblîxa îslamê hebû”

Hakan Tekîn diyarkir ku bavê wî li Çukurovaya Edenê kare kitêbfiroşîyê dikir  û axavtina xwe  ya di derheqê bavê xwe de wiha da domandin: “Herkesê ku bavê min nasdikir digotin ku bavê te yekî rûken bû, xwedîyê exlaqekî baş bû, ji nasnkirîyên xwe hez dikir û ji xort û ciwanan re her tim dawa îslamê   dianî ziman.”

“Ev can bila di rêya Rebbê min de feda be”

Tekîn destnîşankir çendîn caran bavê wî ji ber fealîyet û xebatên îslamî hatîye tehdîtkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li gor ku dêya min ji me re gotîye  du caran nameya gefxwarinê ango ya tehdîdê hatîye mala me.Lê belê bavê min her çiqas dil nerm bû hewqas jî comer û wêrek bû. Ji ber vê yekê serî li ber van tehdîdan netewand. Bavê min her tim digot ku ‘Ê ku can daye Xwedê Teala ye û yê ku ew ê vî canî bistîne jî Xwedê Teala ye. Ev can bila di rêya Rebbê min de feda be.”

“Roja înê ji teref xaînan ve hat qetilkirin”

Tekîn axavtina xwe  ya di derbarê bavê xwe de wiha domand: “ Bavê min di 2ê îlona 1994an de  piştî nimêja înê di dikana xwe ya kitêbfiroşîyê de hat qetilkirin. Li gor ku dibêjin du kesên rûyên wan nixumandî  bi çekên lûle dirêj dikana bavê min dane ber guleyan. Bavê min di heman cihî de şehîd bûye.Li gor rapora edlî 4 gule li bedena bavê min ketine.”

 Ez û 4 birayên min, wextê ku bavê min hat şehîdkirin hê biçûk bûn. Hê em jê  têr nebûbûn ku bavê min hat şehîdkirin.Lê belê ji bona şehadeta bavê xwe her çiqas em ji Xwedê Teala re hemd û şikur bikin jî hindik û noqsan e. Lewra fedakirina can a di rêya Xwedê de şeref  û şan e her wiha bextewarî ye.Fedakirina can a di rêya Xwedê de ne windakirine, qezenceke gelekî mezin e.Rebbê min şehadeta bavê min qebûl bike û nesîbê me jî bike ku em jî rêya wî bişopînin.Pêxemberê me dibêjî ku kesên şehîd şefeatê li malbatên xwe dikin. Rebbê min şefeata bavê min nesîbê me jî bike.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir