Kargeha dikandarê ku dikana xwe negirtibû şewitandin
Wek ku tê zanîn li Diyarbekirê bi zext û zordarîyê dikanên xelkê dihatin girtin, dikandareke ku di roja girtina kepenga dikana xwe negirt û dikana xwe vekir ji teref kesên nediyar ve hat şewitandin.
Di wan rojên borî de bi hinceta bûyerên ku li Farqînê derketibûn li Diyarbekirê banga girtina kepengan hatibû kirin.
Di 26ê tebaxê de dikandarê Diyarbekirî Mehmet Veysî Tuncayê ku karê mobîlyayê dike ji ber ku guh nedabû banga girtina kepengan depoya wî ya mobîlyayan ji teref kesên nasnameyên wan nediyar ve hat şewitandin.
Li gor dîmenên ku ji kamerayên derdorê hatine wergirtin 4 zarokên ku emrên wan nêzî 12 û 16 salan de ye depoya mobîlyayê şewitandine.
Xwedîyê depoyê Mehmet Veysî Tunca di derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî û destnîşankir ku ji ber ku dikana xwe vekirî ye û kepengên dikanê xwe danexistîye dikana wî hatîye şewitand in.
Tunca di derbarê mijarê de wiha axivî: “ Li Diyarbekirê çalakîya girtina kepenga hat kirin. Me jî serê xwe li ber vê zordarîyê netewand û dikana xwe vekir. Piştî ku elemanên me ji dikanê derketin 4 zarokên ku bi gotinên hinek kesên din hatine li ber depoyê û depoyê şewitandine. “
Ev zordestî û zordarî heta kengî?
Tunca di axavtina xwe de destnîşankir ji ber şewatê zirara wî nêzî 350 hezar TL ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev zordestî û zordarî heta kengî bên kirin?Divê em jî li dijî vî tiştî rabin. Divê vê tirsa di nava xwe de biavêjin.”(ÎLKHA)