Lijneya Bilind a Hilbijartinê seatên avêtina rayan diyar kir
Seatên avêtina rayan a hilbijartinên 1ê mijdarê yên ku ji teref LBHê ve hatibûn eşkerekirin di rojnameya fermî de hat weşandin.
Lijneya Bilind a Hilbijartinê ji bona hilbijartinên giştî yê parlementerîyê seatên avêtina rayan diyar kir û di rojnameya fermî de jî hat weşandin.
Li gor wextên ku di rojnameya fermî de hatine weşandin li herêmê rojhilat û Başurrojhilatê avêtina rayan wê di seat 07.00an de û li bajarên rojava jî wê di seat 08.00an de dest pê bike.(ÎLKHA)