PKKyîyan li Silopî rê birîn û 5 TIR şewitandin
Komek PKKyî li bajaroka Başverîmlîya navçeya Silopî rê birîn û 5 TIR şewitandin.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin komek PKKyî doh êvarî li bajaroka navçeya Silopî rêya navneteweyî birîn û 5 TIR şewitandin.
Hat diyarkirin ku komê PKKyî piştî ku rê birîn TIRan sekinandin û ajokarên TIRan peya kirin. Piştî ku ajokaran ji TIRan peya kirine TIRan şewitandine.
Ji ajokarên TIRan Hîkmet Kandemîr di derbarê mijarê de destnîşan kir ku li ber çavên wî TIRa wî şewitandine û ew nizanî çi bike û heger bi vî awayî berdewam bike ew ê destê xwe ji vî karê ajokarîyê bikşîne.(ÎLKHA)