Wesayîta eskeran qeza kir: 4 birîndar
Li nevçeya Nisêbîna Mêrdînê erebeya eskeran qeza kir, di encama qezayê de 4 esker birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin erebeya eskeran a bizirx ji ber ku firena wê teqîya li erebeya eskeran a li pêşîya xwe qelibî. Di qezayê de 4 esker birîndar bûn.
Eskerên ku di qezayê de birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.Hat ragihandin rewşa tenduristîyê ya eskerên ku di qezayê de birîndar bûbûn baş e.(ÎLKHA)