Li Farqînê teqîn: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Farqîna Diyarbekirê ji ber teqîna teqemenîya ku li ser rê hatibû bicihkirin zarorekek jiyana xwe ji dest da.
Li Farqînê teqemenîya ku li ser rê hatibû bicihkirin berî ku erebeya eskeran derbas bibe hat teqandin. Ji ber teqandina teqemenîyê zarokek jiyana xwe ji dest da.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin duh di derdora seat 11.45an de teqemenîya ku li ser rêya Buyuk Çeşmeya taxa Baglarê hatibû bicihkirin berî ku erebeya eskerî derbas bibe hat teqandin. Ji ber teqandinê Firat Sînpîlê 14 salî yê ku li taxê ji xwe re lîstîk dilîst jiyana xwe ji dest da.(ÎLKHA)