Li Agirî 96 hezar paket cixareyên qeçax hat bidestxistin
Li Agirî di qontrolê rê yê ku hat kirin de di nava TIRekî de 96 hezar paket cixareyên qeçax hat bidestxistin.
Di derbarê cixareyên qeçax ên ku hatine girtin de ji teref Walîtîya Agirîyê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîyê de hat diyarkirin di qontrola rê ya ku hat kirin de di nava TIRa ku ajokarê wê M.D ye de 96 hezar paket cixareyên qeçax hat girtin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di derbarê ajokarê TIRê de di warê qeçaxçîtîyê de tehqîqet dane destpêkirin.(ÎLKHA)