3 kesên ku êrîşî qeraqolê kirin hatin girtin
Hat ragihandin 3 kesên ku li Bîngolê bi çekên lûle dirêj û bi bombeyan êrîşî polêsan kirine hatin girtin.
Hat diyarkirin 3 kesên ku di 28ê tebaxê de tevlî êrîşa ku li qeraqola polêsa hatîye kirin bûne hatin binçavkirin.
Di derbarê mijarê de ji teref Walîtîyê ve daxuyanîyeke nivîskî hat dayîn. Di daxuyanîyê de hat diyarkirin piştî êrîşa ku li qereqola polêsan hatîye kirin re operasyon dest pê kirin û di operasyonan de kesên bi navê R.B., A.Î. û Y.A. hatin binçavkirin.(ÎLKHA)