• DOLAR 32.587
  • EURO 34.81
  • ALTIN 2512.563
  • ...
Sazîyên Civakî yên Sivîl li pîreka nexweş xwedî derketin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî xebera me ya ku di dîroka 12.08.2015an de di derbarê pîreka ku xwedîyê 8 zarokan e û êşa kanserê pê re heye hatibû weşandin re gelek sazîyên civakî yên sivîl telebê alîkirine kirin û xwestin ku di vî warî de ji wan re alîkarîyê bikin.

“Ji bona dêya min baş bibe her tim dua dikim”

Lokman Darginê ku dêya wî bi êşa kanserê ye di derbarê rewşa dêya xwe de wiha axivî: “Dêya min nexweş e. Ev bû salek ku tu kes li me xwedî dernayê.Dêya min ji ber nexweşîya xwe nikare rabe ser pîyan.Xwarinên me kekê min ji me re hazir dike.Kekê min jî ji ber ku li dêya min dinêrî derfet nedît ku bixwîne û mecbûr ma ku terka mektebê bike.Tenê daxwazîyeke min heye, bila dêya min baş bibe û bijî.Ji ber vê yekê em alîkarîyê ji kesên xêrxwaz teleb dikin.”

Salîh Darginê ku mêrê pîreka nexweş e destnîşan kir ku piştî xebera ku hat çêkirin re gelek kesan di warê alîkarîyê de bi wan re eleqedar bûne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hemwelatîyên ku li Şirnexê rûdinin hatin alîkarîyê ji me re kirin. Ên ku ji derveyî bajêr digerîyan jî hebûn û pere radizandin hesabê min. Xwedê Teala ji hemû kesî razî be.”

Salîh Dargin her wiha di derbarê rewşa xwe ya îqtîsadî û di derbarê malbata xwe de wiha axivî: “Berî niha em di kirayê de bûn. Ji ber ku min nikaribû sê meha kirayê xanî bidim êdî ez mecbûr man ku di inşaata birayê xwe de bi cî bibim. Pêşîya me zivistanê. Ez nizanim dema ku zivistan hat ez û zarokan bi çi awayî di vê derê de bijîn.”

“Malbat di demsala zivistanê de nikare di vê avahîyê de bimîne”

Serokê Nûh Egîtîm Der Zekerîya  Tatar di derbarê rewşa malbat de wiha ragihand: “Me wek Nûh Egîtîm Derê bi qasî ku ji destên me dihat alîkarîya vê malbatê kir û bi iznillah em ê alîkarîyên xwe bidomînin. Niha jî pêşîya me zivistanê û ev malbat nikare di vê avahîya bê şibaka û bê derî de bijî.Em ji ber vê yekê bang li kesên xêrxwaz dikin bila di vî warî de alîkarîya vê malbatê bikin.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir