Li Diyarbekirê du rojnamevanên Ingilîz hatin binçavkirin
Li Diyarbekirê du rojnamevanên Ingilîz ên ku tê îddîakirin tekilîya wan bi PKKê re heye ji teref polêsan hatin binçavkirin.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin rojnamevanê bi navê Jake Hanrahan û kameravan Philip Pendlebury ên ku pevçûna PKKyîyan û polêsan dikşandin vîdyoyê ji teref polêsan ve hatin binçavkirin. Her wiha hat raginadin ku ji xeynî van her du rojnamevanan tercumanek jî hatîye binçavkirin.
Hat îddîakirin nuçegihanên ku ji Vîce Newsa Ingilîz re dixebitin û kesê tercuman têkilîya wan bi PKKê re heye.
Hat hînbûn ku hê jî tehqîqeta wan didome.(ÎLKHA)