Hejmara kesên ku di pevçûnên Cizîrê de mirin bû 4
Zarokê 10 salî yê ku di pevçûnên ku li Cizîrê derketibûn de birîndar bûbû li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Bi vî awayî hejmera kesên ku di pevçûnê de mirin derkete 4an.
Di êrîşa ku li Taxa Nûrê li Fermandarî ya Garnîzonê hat kirin de Emîn Yanaş(10) birîndar bûbû. Yanaşê ku ji ber pevçûnê birîndar bûbû rakiribûn nexweşxanê. Yanaş îro li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Digel mirina Yanaş, hejmera kesên ku ji ber pevçûnan jiyana xwe ji dest dane bû 4.
Her wiha hat ragihandin hejmera kesên ku di pevçûnan de hatine binçavkirin jî bû 19.(ÎLKHA)