• DOLAR 32.586
  • EURO 34.979
  • ALTIN 2439.042
  • ...
Banga 'Werin em di şûna Yasîn Borû de goşt belav bikin.'
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Vê eydê em ê goştê qurbanan belav bikin

Recaî Yurdan destnîşan kir ku ew û çend kesên din di Eyda Qurbanê de wê werin Diyarbekirê û goştê qurbanan belav bikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bona em bi însanên herêmê re bibin yek û ji bona bi derdên wan derdnak û xemnak bibin di vê Eyda Qurbanê de em ê biçin Diyarbekirê. Me berî niha jî ji ber vê yekê anî bû ziman ku em dixwazin malbatên Aytaç Baran, Yasîn Boru û kesên din ziyaret bikin.Me vê daxwaza xwe di Eyda Remezanê de bi cî anî. Me di bernameyeke ku di rehber TVyê hat weşandin de got ku vê Eyda  Qurbanê di şûna Yasîn Boru û hevalên wî yên ku şehîd bûnê de goştê qurbanan belav bikin.Ji ber vê yekê em ê digel hevalên xwe di Eyda Qurbanê de li Diyarbekirê bin û goştê qurbanan belav bikin.”

Senceqa ku ji Şehîd Yasîn Boru ji me re mîras maye li benda me ye

Yurdan axavitina xwe wiha domand: “Me daxwaza di şûna Şehîd Yasîn û hevalên wî yên ku  bi şiklekî wehşîyanê hatibûn qetilkirin de belavkirina goştê qurbanan ji STKyan re ragihand.Hemû jî bersiveke erênî dan û ew ê destekê bidin me. Em di destên me de goştên qurbanan di sikakên Diyarbekirê de bigerin.Ev bernameya ku em ê li Diyarbekirê bikin û bi Misilmanên wê derê re hatina cem hev tiştekî girîng û kêfxweş e. Em ji rexekî kêf xweş in ji rexê din ve jî xemgîn in. Em kêfxeş in ku em ê bi birayên xwe re werin cem hev , ji rexê din vê jî xemgînî  ye ku bîranîna Şehîd Yasîn û hevalên wî  xemgînî ye dide me. Ji ber vê yekê kesên ku dixwazin wê senceqa ku ji Şehîd Yasîn û hevalên wî ji me re mîras maye hilbigrin bila werin Diyarbekirê û digel me  goştê  qurbanan belav bikin.”

Ew poşetê goştê qurbanan a di destê Yasîn de ji bo heyata axretê bû

Di derbara belavkirina goştên qurbanan de Çîgdem Topçuoglu jî wiha axivî: “Ev mesele netenê belavkirina goştê qurbana ye. Ev şerê heq û batilê ye.Ew poşetê goştê qurbanê ya di destê Yasîn de ji bona heyata axretê bû.Yasîn vê îmtîhana xwe bi şiklekî bi serketî da û întîqalî axretê kir. Em ê jî bi iznillah ew senceqa ku ji me re mîras hiştîye hilbigrin û bibin pêşdetir. Ji kesên ku dixwazin vê senceqê hilbigrin re derî vekirî ye. Temamê vî welatî ya me ye. Lê belê niha li rojhilatê welêt wek birîna me ya ku xwîna wê diherikîye. Di şûna kirinatatîlê de divê em biçin herêmê û bi Misilmanên wê derê re bibin yek.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir