• DOLAR 32.569
  • EURO 35.055
  • ALTIN 2438.302
  • ...
Cemîyeta Mustezafan li Mêrsînê dest bi xebatên Qurbanê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cemîyeta Mustezafan a Şaxa Mêrsînê ya ku endama Platforma Alîkarîyê ya Umût Kervanîyê ye dest bi xebatên xwe yê Eyda Qurbanê kir.

Ercan Fîdan di civîna ku li dar xist de wiha destnîşan kir: “Çavên feqîr û jaran, xwendevanên medrese û yên Qursên Qur’anê li rêya  me ye. Ango li benda alîkarîya ku em ê ji wan re bikin disekinin.Ji  ber vê yekê da ku em karibin alîkarîya wan bikin divê em bi şiklekî xeyretkar xebatên xwe bidomînin.Hemd ji Xwedê Teala re ku me heta ku ji destên me dihat di naveyna xêrxwaz û feqîran de bûn wesîlê. Înşaallah em ê vê eydê jî heta ku ji me te ji xwendevan , feqîr û  hewcedaran re bibin alîkarî.”

Ercan di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir ku ew ê goştên qurbanan ji malbatên ku berî niha hatine tesbîtkirin re  belav bikin.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir