Ji penaberên Sûrî re alîkarîya însanî
Platforma Mêrdîn û Sûriyê ji penaberên Sûrî yên ku li Mêrdînê dijîn re alîkarîya erzaqê kir.
Platforma Mêrdîn û Sûriyê ji penaberên Sûrî re paketên erzaqan belav kir.
Serokê Platforma Mêrdîn û Sûriyê Lutfu Gunoglu di derbarê mijarê de wiha ragihand: “Em wek Platforma Mêrdîn û Sûriyê mehê carekî ji penaberên Sûrî yên ku hatine vê derê re alîkarîyê dikin. Niha 2 hezar û 100 malbatên Sûrî li cem qeyidkirîne. Em ê di nava vê mehê de ji hezar û 500 kesî re alîkarîyê bikin.Alîkarîyên ku em belav dikin têra penaberan nake. Her roja ku derbas dibe hejmera penaberan zêde dibe. Ji ber vê yekê em alîkarîyê kesên xêrxwazanin.”(ÎLKHA)