• DOLAR 32.323
  • EURO 35.113
  • ALTIN 2298.801
  • ...
SON DAKİKA
Li Cizîrê pevçûnên dijwar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin PKKyîyên ku li Taxa Nûrê ketibûn nava xanîyan di wextê nîvrokî de bi çekên lûlê dirêj êrîşî Fermandarîya Garnîzonê kirin.

Di êrîşa ku hat kirin de çekên giran jî hatin bikaranîn. Di dema êrîş û şerî de Maruf Gozunguyê ku endamê HUDA PARê ye dema ku bi erebeya xwe diçû malê di naveyna şer de ma û birîndar bû. Gozungu li cihê ku birîndar bûbû demeke dirêj bêalîkarî ma. Piştî demeke dirêj bi ambûlansa ku hate cihê bûyerê Gozungu birin nexweşxanê. Lê belê  dema ku ambûlans diçû nexweşxanê gule li ambûlansê hat reşandin.

Hat hînbûn ku rewşa tenduristî ya Maruf Gozungu niha baş e û li nexweşxanê tê tedawîkirin.

Her wiha hat hînbûn ku Cadeya Nisêbînê ya ku diçe Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ji teref PKKyîyan ve hatîye girtin.

Hat îddîakirin ku mala Seroka Şaredarîya Cizîrê ya DBPê Leyla Îmren ji teref kesên PKKyîyan ve wek mewzî û sîper dihet bikaranîn.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir