Li Mêrdînê pevçûn:2 birîndar
Nîqaşa ku di navbera 3 kesam de dest pê kir bû pêvçûna bi kêr, di pşevçûnê de 2 kes birîndar bûn.
Li Mêrdînê nîqaşa ku di navbera 3 kesan de dest pê kir bû pevçûna bi kêr. Di pevçûnê de 2 kes bi derbeya kêran birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin li navenda Artukluya Mêrdînê di kafeyekê de ji ber sedemeke nediyar di navbera 3 kesan nîqaş derket. Nîqaş piştî demeke bû pevçûna bi kêr. Ji ber pevçûnê 2 kes bi derbeyê kêran birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.
Polês ji bona şikdarê ku di pevçûnê de 2 kesan birîndar kiriye bigire operasyon da destpêkirin.(ÎLKHA)