• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Serokê navçê ya HDPê dema ku  ji PKKê re zilam dibir hat girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin dema ku 25ê tebaxê li Zêdkana Agirî qontorola rê tê kirin erebeya bi plakaya 04 DE 105 di qontrola rê de nasekinî û bazdide. Hat diyarkirin ku kesê ku di qontrola rê de nesekinîye û bazdaye Serokê navçeya Zêdkanê Engîn Dursun e.

Hat hînbûn ku Engîn Dursun digel du kesên ku ew ê wan teslîmî PKKê kiribana ji teref polêsan ve li nêzî gundê Mela Sileman hatin girtin.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin kesên bi navê M.Y û B.Y ên ku di erebeya Serokê navçeya Zêdkanê Engîn Dursun de bûn di beyanata ku dan de destnîşan kirin ku Engîn Dursun wan xapandîye û ji bona wan teslîmî PKKê bikin dibire ji PKKê re.

Hat diyarkirin Serokê navçeya Zêdkanê Engîn Dursunê ku ji PKKê re zilam dibirin ji sûca li ser navê PKK/KCKê fealîyet kirine hat tewqîfkirin. Kesên bi navê M.Y û B.Y ên ku di erebeya Serokê navçeya Zêdkanê Engîn Dursun de bûn jî bi şerta qontrola edlî hatin serbestberdan.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir