• DOLAR 32.334
  • EURO 35.087
  • ALTIN 2296.392
  • ...
Li Diyarbekirê 3 PKKyî hatin destgîrkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Diyarbekirê di çarçoveya geşedanîyên dawî de polîsan operasyon li çend navnîşanan kirin. Hat ragihandin ku operasyon li navendên navçeyên Kayapinar û Baglarê hatine kirin û navşînên ku lê operasyonên hatine kirin de 3 PKKyîyên ku hazirîyê êrîşê dikirin hatine destgîrkirin. Her wiha di lêgerînên ku hatine kirin de jî gelek zêde bombe hatine bidestxitin.

Di derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku di avahîya ku li navenda navçeya Kayapinara Diyarbekirê opersyon lê hatiye kirin de  2 heb bombeye destî,  hebek bombeya molotovê, hebek rampeya fîşekên hewayî yên ku hatibû bikaranîn, 45 heb şûşeyên ereqê, nêzî 15 lîtreyan benzin, 5 heb kartuşên tifinga nêçîrê, , 2 heb lepik û her wiha 2 heb rampaya fîşekên hewayî yên ku nehatibûn bikaranîn hatin bidestxistin.

Her wiha hat diyarkirin ku 3 kesên PKKyî yên ku li navenda navçeya Baglara Diyarbekirê, rê ji trafîkê re girtibûn û tekelan dişewitandin jî hatine destgîrkirin.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir