• DOLAR 32.372
  • EURO 34.98
  • ALTIN 2325.578
  • ...
IHO-EBRAR  ji bernameya Qurbana 2015an re amade ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Lijneya Birêveberîya IHO-EBRARa ya ku Sazîya Arîkarîyê ya Navteweyî ye ji bona eyda Qurbanê bihayê qurbanan li gor welatan eşkere kir. Bihayên qurbana li gor welatan bi vî awayî ne; ji bo welatên Afrîka û Asyayê 100 Euro, ji bona Tirkîyê 180 Euro û ji bona Filîstînê jî 200 Euro.

Serokê IHO-EBRARê Dr.Abdurrrahman Alpsoy di derbarê serjêkirin û belavkrina qurbanan de wiha axivî: “ Me ji bona bernameya qurbanê bi çar zimana afiş û belevok dan çapkirin. Her wiha me hemû hazirîyên xwe xelas kiriye. Xulase em karin bibêjin ji bona ku em goşte qurbanan ji bona bigîhêjînin kesên hewcedar û feqîr her çi ji destê me tê em ê bikin.Kesên xêrxaz him ji ser înternetê him jî bi wesîleya temsîlkarên me dikarin bexşên qurbanên xwe bigîhêjînin ji me re. Em bi slogana ‘Bila qurbanên wê ji êtîm û feqîran re bibe hêvî’ derketine vê rêyê. Em di vê mijarê de alîkarîyê ji xêrxwazan teleb dikin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir