• DOLAR 32.565
  • EURO 34.959
  • ALTIN 2445.563
  • ...
Ev bû 48 roj ku ji Ecrîna biçûk xeber nayê standin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Midyada Mêrdînê dema ku dêya wê paqijî dikir Ecrîn ji malê derkete dervê û bi ber dikanê ve çû. Ji wê rojê ve ev bû 48 roj ku winda bûye û jê xeber nayê standin. Malbata wê di nava hêvîya gihaştin û ditîna wê de ye.

Piştî ku Ecrîn winda bû, zarokên winda bûyî cardin hate rojevê. Lı gor lêkolîna ku Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê di navbera salên 2008 û 2011an de kiriye hejmara zarokên winda bûyî  27 hezaran derbas bûye.

Ji bona Ecrîn Tunça ku windabûye ji teref Walîtîya Mêrdînê ve ji bona ditîna wê hesabên facebook û twîtterê hatin vekirin. Walîtîya Mêrdînê destnîşan kir û wiha bang kir: “Kesên ku Ecrînê bibînin bila li ser malperên medyaya civakî peyamên îxbarê binivîsînin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir