• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Ev bû 10 sal ku naskirî û xizmên xwe digerin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbata ku di sala 1905an de ji Agirîyê çûbûn Sûriyê ji ber bêîmkanîyan careke din naskirîyên xwe nedît. Malbata ku ev bisalan naskirîyên xwe nedîtibûn ji ber şerê li Sûriyê vegerîyan Tirkîyê û îmkana dîtina naskirîyên xwe bi dest xistin.

Hat ragihandin ku malbata Omer Muhammed berî vê 110 salan ji ber seferberîyê çûye Sûriyê. A niha zarokên Muhhamedî ji ber şerê Sûriyê hatin Tirkîyê û li her derî xizm û naskirîyên xwe digerin.

Omer Muhammed,  endamên Eşîra Nedoyê ye û eslê xwe jî ji gundê Karavîl îbrahîm Axa ye. Muhemmed di sala 1905an de ji ber seferberîyê çû Sûrîyê. Muhammedê ku ji ber seferberîyê çûbû Sûriyê berî ve 50 salî hatiye welat û birayên xwe bi navê Salîh, Resûl, Alî Muhammed gerîyaye, lê belê tu xeberê ji wan nestandiye. Ji ber vê yekê cardin vegerîyaye Sûriyê.

Muhammed Suleyman Omerê ku lawê Muhammed Omer  di derbarê vê mijarê de hest û ramanên xwe wiha ragihand: “  Bavê min di sala 1905an de ji ber seferberîyê çû Sûriyê. Birayên wî yên bi navê Resûl, Alî Muhammed û Salîh li gundê xwe man. Bavê min piştî ku çû gund piştî demekê ji bo dîtina birayên xwe vegerîya gunde xwe Karavîl Îbrahîm Axa. Lê belê ji birayên xwe tu kesî nedît. Gundîyan ji bavê min re gotin ku ‘ Dibe ku birayên te çûbûn Qonyayê.’ Bavê min  ji ber ku bi qaçaxî hatibû welat mecbûr ma ku vegere Sûriyê. Bavê min, navên wan birayên xwe yên ku wan nedîtibû li zarokên xwe kir. Piştî demekê jî bavê min çû rehma Xwedê.Piştî mirina bavê min me jî qet derfet û îmkan nedît ji bo apên xwe bigerin.”

 “Xwedê Teala dîtin û gihaştina wan nesîbê me bike”

Suleyman axavtina xwe wiha da domandin: “Em ji ber şerê Sûriyê hatin Batmanê. Em li vê derê li gor îmkanên xwe dixebitin. Em niha li gor derfet û îmkanên xwe li apên xwe digerin. Dema ku me apên xwe dît ew ê ew roj bibe eyda me. Em ê ji nû vê werin dinyayê.Min pêrar çû Agirî û apên xwe gerîya. Li gor ku tê gotin mala apên min çûne Qonyayê.Niha li kû derê bin em hevî dikin ku bi me re têkevin têkilîyê. Heger niha dengê me dibihîzin bila li vê nimreyê bigerin; 0507 688 47 55 . Xwedê Teala dîtin û gihaştina wan nesîbê me bike.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir