• DOLAR 32.352
  • EURO 35.12
  • ALTIN 2303.154
  • ...
Berdevkê Wezîrîya Karên Derve ya Emrîka: Ê ku tundîyê da destpêkirin PKK ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevkê Wezîrîya Karên Derve ya Emrîka Mark Toner di civîna çapemenîyê ya ku rojanê dike de di derbarê bomberbarankirina kampên PKKê de ne daxuyanîyek da û wiha destnîşan kir : “Sedemên van bomberankirinan tundîyên PKKê ne û di vê mijara bomberankirinê de Tirkîyê heqdar e.”

Piştî civîna çapemenîyê, Toner bersivên pirsên endamên çapenîyê da.

Toner di mijara bomberankirinê kampên PKKê de wiha ragihand: “ Berî niha jî me diyar kiribû ku di mijara parastinê de Tirkîye heqdar e. PKK li dijî esker û polîsan êrîşan da destpêkirin. Ji ber vê yekê di mijara bomberankirina kampên PKKê de em Tirkîyê heqdar dibînin. Di vê mijarê de nêrîn û fikrên me eşkere ne. Em PKK rexistinekî biyanî ya terorê qebûl dikin. Ê ku tundîyê da destpêkirin PKK ye. Ji ber vê yekê Tirkîye jî ji bo armanca parastinê bersiv da. Em hêvî dikin di vê mijarê de PKK destê xwe ji tundîyê bikşîne û dest bi muzakereyan bike.”

Di  civîna çapemenîyê de ji Toner di derbarê rewşa kurdên Sûrî de jî pirs hat kirin. Toner wiha bersiva vê pirse da: “ Tu pirsgirêkê me bi kurdên Sûrî re tune ye û ew xeberên ku tên ku gotin jî nerast in. Hêzên koalîsyonê bi êrîşên hewayî ji  muxalifên ku li dijî IŞÎDÊ mucadelê dikin  alîkarîya wan  dikin.  Lê belê heger hûn ji PKKê behs dikin ev organîzasyonekê cuda ye. Em PKKê rexistineke biyanî ya terore qebûl dikin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir