• DOLAR 32.442
  • EURO 34.792
  • ALTIN 2443.223
  • ...
Ji dîroka bixwîn a PKKê qurbaneke 12 salî: Murad Guzel
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gundê Gelîyê Bûka ya ku girêdaye Çinara Diyarbekirê ye di sala 1993an de Murat Guzelê 12 salî ji teref PKKê ve hat qetilkirin. Besra Guzel a ku dêya Murat Guzel e destnîşan kir wê lawê xwe di rêya Xwedê de qurban daye.

Guzel di derbarê jiyan û şehîdîya lawê xwe de wiha ragihand: “Dema ku lawê min hat qetilkirin hê 12 salî bû. Muradê min him diçû mektebê him jî ji bona malê di wesayîta gund de muewênî dikir. Lawê min bi îman û bi edeb mezin bûbû. Xwedê Teala û dîne Xwedê baş nasdikir.  Lawê min ji ber vê yekê ji dil bawer dikir ku ew ê şehîd bibe.  Ji ber vê bawerîya xwe ya şehîdbûnê li ser dîwarên gund navê xwe bi awaya “Şehîd Murad “ dinivîsand. Roja ku lawê min şehîd bû, berî ku ji malê derkeve hat cem min û ji min helalî û xatir xwest.”

Guzel, destnîşan kir ew hê jî eş û kesera qetilkirina lawê dikşîne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lawê min zîrek û bi edeb bû. Wek mezinan tevdigerîya. Carna ji min re digot ku ‘Kî derkeve hemberî min ez ê li hemberî wî bi serbilîndî bisekinim’. Weke ku ketibû dile wî ku ew ê PKK  wî şehîd bike.”

 “PKKyîyan di serê lawê min de berdan û wî şehîd kirin”

Guzel, roja şehîdîya lawê xwe wiha ragihand: “Otobûsa ku lawê min jî di nava wê de bû li ser pira gund sekinandin.  Pişt re şofêr ji wesayîtê peya kirin.  Her çiqas şofêr ji wan re got ku tiştekî ji tu kesî mekin, her çi dixwazin ku hûn bikin ez amade me li min bikin. Lê belê lê guhdar nekirin û otobûsê şewitandin. Di wê demê de jî PKKyîyan li ser gundîyan de reşandin. Lawê min Murad jî di heman cihî de serê wî de berdan û wî şehîd kirin.  Dema ku bû êvar wî anîne gund. Piştî ku wî şuştin wî spartin axê. Her wiha di wê qetlîamê de, ji xeynî lawê min gelek gundî jî hatin şehîd kirin.”

 “Min lawê xwe mîna Hz. Îsmaîl qurban da”

Besra Guzela ku dêya Şehîd Muradî bû axavtina xwe bi vî awayî domand: “Dema ku laşê lawê xwe dît min qet bawer nekir ku mirîye. Lewra mîna yekî zindî xuya dikir, rûyê wî pir binûr bû. Bi vî awayî min lawê xwe mîna Hz. Îsmaîl di rêya Xwedê de qurban da. Heger lawên min din jî bi heman awayî di rêya Xwedê de şehîd bibin ez ê xemgîn nebim.Bi izna Xwedê ew ê lawê min roja axretê ji me re bibe şefeatkar.” (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir