Li Batmanê qezaya trafîkê: 5 birîndar
Li ser rêya Batman û Farqînê 2 wesayît li hev qelibîn, di qezayê de 5 kes birîndar bûn.
Li ser rêya Batman û Farqînê li mewkîya Kanikê 2 erebe li hev qelibîn. Di encama qezaya li hev qelibînê de 5 kes birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin qeza duh êvarî di derdora seat 20.00an de li ser rêya Batman û Farqînê pêk hatiye.
Di qezaya ku pêk hatiyê de 5 kes birîndar bûn û hê jî nasnameyên wan nediyar e. Kesên ku di qezayê de birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Heremê ya Batmanê.
Di derbarê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin.(ÎLKHA)