• DOLAR 32.591
  • EURO 34.834
  • ALTIN 2513.863
  • ...
`Midûrê Ewlekarîyê ya Diyarbekirê: Ez li ser wezîfeya xwe me`
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li ser medyaya civakî û her wiha li ser hinek malperên înternetê hatibû îddîakirin ku Midûrê Ewlekarîyê ya Diyarbekirê Halîs Bogurcu ji wezîfeya xwe hatiye standin.Lê belê hat diyarkirin ku Bogurcu hê jî li ser wezîfeya xwe ye.

Ji duh ve li ser medyaya civakî û her wiha li ser hinek malperên înternetê dihat îddîakirin ku ku Midûrê Ewlekarîyê ya Diyarbekirê Halîs Bogurcu ji wezîfeya xwe hatiye standin. Halîs Bogurcu îro beşdarî merasîma cenazeya polîsê ku duh li Çinarê hatibû kuştin bû û bersiva van îddîayan da.

Halîs Bogurcu li ser îddîayaên ku di derheqê wî de tên gotin de wiha destnîşan kir:”Ev cûr xeber û îddîa nerast in. Ev xeberên ku bi vî awayî tên ragihandin û ev îddîayên ku tên gotin bi zanebûn tên kirin.”(ÎLKHA)


 

Bu haberler de ilginizi çekebilir