Hat îddîakirin ku Serokê Talîbanê Mela Omer wefat kir
Çavkanî û jêderên hikûmeta Efxan destnîşankirin ku serokê Talîbanê Mela Muhammed Omer berî vê çendake wefat kir.
Hat ragihandin ku serokê Talîbanê Mela Muhammed Omer ê ku ji teref Emrîka ve ji sala 2001an vir ve ji bo peydakirina wî 10 milyon dolar hedîye hatibû dayîn wefat kir.
Çavkanîyên hikûmeta Efxan destnîşan kirin ku Mela Omer berî vê çendake wefat kir.
Mela Omerê ku jê gelek caran behs dihat vekirin û di derbarê wî de gelek xeber derdiketin ji sala 2001an vir ve qet nehatibû dîtin.(ÎLKHA)