Çawîşê pîspor ê ku birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
Çawîşê pîspor Sarpkaya yê ku li navçeya Şemzînanê li ber bankakê di êrîşa ku lê hatibû kirin de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Şemzînana Colemêrgê êrîşa çekdarî li çawîşê pîspor Ziya Sarpkaya hat kirin. Êrîş li navenda Şemzînanê li ber bankakê hat kirin. Hat ragihandin ji teref kesên PKKyî ve êrîşa çekdarî li Sarpkaya hatiye kirin.
Sarpkaya di êrîşa çekdarî de giran birîndar bû û wî rakirin nexweşxanê. Sarpkaya li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.
Di derbarê vê mijarê de ji teref Serokatîya Serfermandarîyê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîyê de hat ragihandin ku ji teref kesên PKKyî ve li navenda Şemzînanê li ber devê bankayekê êrîşa çekdarî li çawîşê pîspor Zîya Sarpkaya hatiye kirin Sarpkaya di vê êrîşê de giran birîndar bûye. Piştî ku Sarpkaya dirakin nexweşxanê,di derdora seat 13.30an de jiyana xwe ji dest dide.”(ÎLKHA)