• DOLAR 32.592
  • EURO 34.795
  • ALTIN 2510.01
  • ...
Ji Umûd-Dera Batmanê ji 2 hezar 350 malbatê re alîkarî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di derbarê xebatên alîkarîyê yên ku hatine kirin de Sekreterê Giştî ya Umût-Der Gida Bankasî M.Nurullah Gunaydin destnîşan kir ku wan 12 mehan bênavbir xebatên xwe yên alîkarîyê domandine û her wiha ji ber minasebeta meha Remezanê di meha Remezanê de jî xebatên xwe alîkarîyê  zêde kirine.

Gunaydin axavtina xwe ya di derbarê xebatên alîkarîyê de wiha domand: “Heta niha me ji 2 hezar û 350 malbatê jar û feqîr alîkarî gihand. Di dema xebatên alîkarîyê de min dît ku birayên me di bin wê germa zêde de bi hevdû re têkêtibûne pêşbirkê da ku paketên alîkarîyê demildest bigihêjînin kesên hewcedar û feqîr re.  Dema ku min vê dîmenê dît gelekî hestîyar bûm.  Her wiha ez ji vir dixwazim vî tiştî bibêjim. Xwedê Teala ji wan kesên ku di nava vê xebatê de cî girtine û ji kesên xêrxwaz ên ku alîkarî kirine razî be. Xwedê Teala mikafata wan gelekî zêde bide wan.”

Gunaydin, di derbarê xebatên ku tên kirin de û di derbarê rêya ku komele dişopîne de  wiha ragihand: “ Komeleya me her tim alîkarîya hewcedar û feqîran kir û li cem wan amade bû. Wek ku tê zanîn di meha Remezanê alîkarî hatin kirin.  Her wiha divê piştî Remezanê jî ev xebatên alîkarîyê bidomin.  Divê xebat tenê di nava meha Remezanê de neyên kirin.Nêzî 11 hezar kesên feqîr li cem hatine tesbîtkirin û endamê komeleya me ne.  Ji ber vê yekê em her tim li benda alîkarîyê kesên xêrxwaz in.”

Gunaydin ji bo kesên ku bixwazin alîkarîya muxtac û feqîran bikin adres û telefonên Umût-Derê dan:

Taxa Bahçelîevler, Nimreya Sikak:1623 -15/1 -BATMAN
Telefon; 0488 21 21 0 21
GSM: 0506 746 87 97
www.umutder.org
Nimreya Hesabê:
Bankaya Tevlîbûnê ya Tirkîyê ya Finansê; TL:99366475-1
Bankaya Zîraatê ya Tirkîyê; TL: 45099041-5001
PTT Bank :10443054                                                                                  (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir