• DOLAR 32.375
  • EURO 34.957
  • ALTIN 2325.76
  • ...
Li 34 bajarî hezar 50 kes hatin binçavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Navenda Kordînasyona Serokwezîrîyê hejmarên kesên binçavkirî yên ku di operasyonan de hatin girtin eşkere kir. Li gor Navenda Kordînasyona Serokwezîrîyê di serencama operasyonên ku li 34 bajarî hatine kirin de tevde hezar 50 kes hatine binçavkirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Navenda Kordînasyona Serokwezîrîyê ve hatiye dayîn de hat ragihandin ku him li nava welat him jî derveyî welat li dijî PKK û IŞÎDê operasyon hatinê kirin. Di van operasyonan de war û cihên wan hatine îmhakirin.

Her wiha di daxuyanîya ku hatiye dayîn de hat destnîşan kirin ku  banga civîna derasayî li NATOyê hatiye kirin. Tirkîye di çerçoveya maddeya 4emîn a Peymana Atlantîka Bakûr de banga civîna derasayî li NATOyê  kiriye.(ÎLKHA)


 

Bu haberler de ilginizi çekebilir