• DOLAR 32.541
  • EURO 34.9
  • ALTIN 2438.17
  • ...
Qetlîama Mîranê dibine TBMMê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di 18ê tîrmeha sala 1992an de li Zozana Mîran(Sündüs)ê ya girêdaye navçeya Miksê ji teref kesên ku PKKyî tên îddîa kirin 14 jê zarok tevde 24 sivîl qetil kiribûn. Da’waya vê qetlîamê niha hat rojevê û ew ê ev da’waya qetlîamê bibine Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMMê.

Di derbarê mijarê de Namî Almali yê ku di wê qetlîamê de 3 xweh û dêya wî hatibû qetilkirin ji ÎLKHAyê re axivî. Almali di derbarê mijarê de wiha ragihand: “Di çarçoveya sûcên ku li dijî însanîyetê hatine kirine gavên ku pêwîst in tu carî nehatin avêtin.  Ji ber vê yekê em amadehîye dikin da ku vê da’wê bibin Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMMê.”

Namî Almali di wê qetlîamê de dêya xwe Sadef Altun(35) û xwehên xwe Eylem(4), Nezahat(12) û Hazîme Almali(14) winda kiribû. Almali di derbarê mijarê de axavtina xwe wiha da domandin: “Heta ku qetlîamên berî ve niha hatine kirin ji wan hesab neyên pirsin ew ê qetlîamên nû bidomin. Duh Mîran îro Sirûc.  Ji ber vê yekê em dibêjin  ku faîlên  Sûsa, Mîran û her wiha  qetlîama Roboskî û Sirûcê wekhev in, bi gotinekê din heman kes in.  Heta ku faîlên van qetlîaman neyên eşkere kirin ew ê qetlîamên nû pêk werin.”

“Rebbê min roja hesab pirsîna ji zaliman nesîbê me bike”

Namî  wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Ez ji Rebbê dixwazim , roja hesab pirsîna ji wan zaliman nesîbê me bike.  Min di wê qetlîamê de dêya xwe û 3 xwehên xwe winda kir. Ev gava ku em ê biavêjin gavekî girîng e. Ez hêvî dikim ku Xwedê Teala wan rojên hesab pirsîna ji zaliman nesîbê me bike.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir