• DOLAR 32.423
  • EURO 35.196
  • ALTIN 2325.22
  • ...
Tirkîye bangewazîya civîna derasayî li NATOyê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezareta Karên Derve di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ku  banga civîna derasayî li NATOyê hatiye kirin.Hat destnîşan kirin ku Tirkîye di çerçoveya maddeya 4emîn a Peymana Atlantîka Bakûr de banga civîna derasayî li NATOyê  kiriye.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Derve ve hatiye dayîn de wiha hat hat ragihandin: “Piştî êrîşên ku li Riha, Diyarbekir û Kilîsê hatine kirin û  gef û tehdîdên dawî yên ku li dijî ewlehîya me hatine kirin ; me li dijî van êrîş û tehdîdan  hinek tevdîr standin û hinek  operasyon jî  li dar xistin.”

Civîna ku ew ê bê lidarxistin di Serokatîya Jens Stolttenbergê de di roja sêşema 28ê tîrmehê  de li hev bicive.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir