Li Nisêbînê êrîş li polîs hat kirin
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li Midurîya Trafîkê ya Heremê re bi çekên lûle dirêj êrîş hat kirin.Di encama êrîşê de 5 polîs birîndar bûn. Di piştî êrîşê ku hatiye kirin de di navbira polîs û kesên PKKyîyan de şer derket. Di encama şer de kesek mir.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li Midurîya Trafîkê ya Heremê re bi çekên dirêj û bi bombeyan êrîş hat kirin. Hat ragihandin ku di êrîşa ku hatiye kirin de 5 polîs birîndar bûn.Di piştî êrîşa ku hatiye kirin de şer derket. Hat ragihandin ku di encama şerê ku derketiye de kesek mir.
Li gor agahîyan bûyer seat di 23.00an de pêk hatiye. Polîsên ku birîndar bûbûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Hat hînbûn ku rewşa polîsên birîndar başe.
Piştî êrîşa ku hatiye kirin li taxa Abdulkadîr Paşa di seat 01.00an de operasyon dest pê kirin.Di operasyonên ku hatine kirin de di navbera polîs û kesên aligirên PKKê de şer derket. Di encama şer de kesek mir.
Hê jî nasnameya kesê ku di şer de mirîye nediyar e.(ÎLKHA)