• DOLAR 32.601
  • EURO 34.855
  • ALTIN 2496.07
  • ...
IHO-EBRAR li Bursayê ji feqîr û jaran re alîkarî kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sazîya alîkarîyê ya navnetewî IHO-EBRAR a ku navenda wî li Hollandayê ye li Bursayê ji feqîr û hewcedaran re arîkarî kir.Paketên erzaqê yên ku ji bo alîkarîyê hatibûn amade kirin bi wesîleya Komeleya Ûmût Kerwanî hat belav kirin. Bi wesîleya Komeleya Ûmût Kerwanî ji teref IHO-EBRAR ve li Bursayê ji 30 malbatî re arîkarîya erzaqê hat kirin.

Malbatên ku paketên arîkarîyê gihaştin li ber destên wan ji kesên ku vê alîkarîyê kirin re dia kirin û spasgûzarîyên xwe anîn ziman.

Hakan Ozdal ê ku dildarê IHO-EBRARê û ji Belçîka ji bo piştgirîyê bide xebatên alîkarîyê  hatibû Bursayê di derbarê xebatên arîkarîyê yên ku hatine kirin de destnîşan kir ku heta niha ew ji 30 malbatî re arîkarîya erzaqê kirine.

Ozdal her wiha spasgûzarîyên xwe ji kesên ku di nava vê xebata alîkarîyê de cih girtinê re anî ziman. (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir