• DOLAR 32.5
  • EURO 34.965
  • ALTIN 2441.1
  • ...
"Ev cezayên ku tên dayîn wan kesên ku bi dîn îstîhza û tinazên xwe dikin wêrektir dike.
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cahît Karaalpê ku li Zanîngeha Mûş Alparslanê li Fakulteya Îlahîyatê Lêkolînêrê Tefsîrê ye ji ber ku li ser întenetê di derheqê Adnan Oktar de nivîsekê bi navê “Adnan Oktar Kî ye?” nivîsandibû ceza xwar. Piştî qerara cezayê ya ku di derbarê Cahît Karaalp de hatiye dayîn re 21 Sazîyên Civakî yên Sîvîl piştgirîyê dan Cahît Karaalp. Dildar û endamên 21 STKyan, piştî nimeja ‘eşayê li ber Parka Ataturkê li hev civîyan û diyarkirin ku Cahît Karaalp netenê ye.

Piştî ku endam û dildarên STKyên li hev civîyan daxuyanîyekê çapemenîyê hat xwendin. Daxuyanîya çapemenîyê ji teref Cahît Karaalp ve hat xwendin.

Karaalp di daxuyanîya ku xwend de wiha ragihand: “Ez li beşa îlahîyatê akademîsyen im. Ez di rojnameyên mehelî de û li ser malperên înternetê nivîsan dinivîsînim. Min bi van nivîsan dixwast ku xelkê me li hemberî wan kesên ku dixwazin bawerîyên xelkê têxin li bin  berjewendî û menfeeta xwe  hişyar û agahdar bikim. Min vî tiştî kir û ez ê bikim jî. Ez pîsporê vî karî me û ev tişt jî berpirsîyarê min a îslamî ye.  Ez ê her tim heqê vê berpirsîyarê bidim û ez ê her tim bixebitim. Belê min ji ber ku di derbarê Adnan Oktar de nivîsek nivîsand ceza dane min.”

 Karaalp wiha dawî li axavtina xwe anî: “Bila Adnan Oktar û antaxên wî bila zanibin ku ev welat, welatekî misilman e. Heta ku em sax bin em ê vê meydanê ji wan kesên ku hewl didin dînê îslamê xirab bikin, biguharînin re nahêlin. Her çiqas ceza li me were dayîn jî em ê  li hemberî van mufsîdan mucadeleya xwe bidomînin. Bila were zanîn ku ez di vê qadê de  pîspor im , ji ber vê yekê min Adnan Oktar  bi nivîsekê xwe rexne kir. Bila bê zanîn ku nikarin bi cezayên pereyan dengê min bibirin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir