• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2498.11
  • ...
Li Sêrtê polîsek hat kuştin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Sêrtê polîsan bi gumana qaçaxçîtîyê xwestin ku erebeyek bidin sekinandin, lê  belê kesên ku di erebê de bûn li ser polîsan gule reşandin. Di encamê bûyerê de  polîsek mir û yekî ji wan kesên ku erebê de bû jî di erebê de mirî hat dîtin.

Li gor  agahîyên hatine bidestxistin  li ser rêya Sêrt û Erûhê  polîsên Midûrîya Şaxa bi Sûcên Organîze û Qaçaxçîtîyê bi şika qaçaxtîyê xwestin ku erebeyekê bisekinenin. Lê belê erebe nesekinî û li ser polîsan de gule reşandin. Di bûyerê de polîsê bi navê Bunyamîn Torgut(30) giran birîndarbû. Torgut bilez rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Sertê .Lê belê Torgut li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Her wiha hat hînbûn di erebeya ku jê gule hat reşandin de jî mirîyek hatiye dîtin. Lê hêj nayê zanîn ka hevalê wî yê ku revîyaye wî kuştîye yan jî ji ber guleyên polîsan mirîye. Ew ê ev nediyarî piştî otopsîkirinê diyar bibe.

Her wiha hat hînbûn ku ji teref cendirme ve operasyan hatiye dest pê kirin.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir