• DOLAR 32.446
  • EURO 34.768
  • ALTIN 2437.735
  • ...
Cotkarên Hîlvanî çandina pembû terk dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cotkarên Hîlvanî, ji ber ku mesref û zehmetîya çandina pembûyê zêde ye û tu fêde  nade, çandina pembûyê terk dikin.

Ji cotkarên Hilvanî Nezîr Kuşuçar di derbarê mesraf û qezencên çandina pembûyê de wiha axivî: “Em îro dema ku pembû diçînin dikevin zirarê, ew pembûya ku em diçînin heqê xwe dernaxe. Berê mesrefa çandina pembûyê kêm bû, zirara wê tunebû. Ji ber vê yekê me zirar û zehmetîyê nedidît. Li gor berî vê 5 salan li Rihayê ji sedî 35 çandina pembû kêm bûye.”

Kuşuçar axavtina xwe wiha domand: “Her wiha TEDAŞ jî li ser hev ceyranê qut dike. Ji ber vê yekê jî em nikarin pembûyan baş av bidin.”

Cotkarekê din ê ku ji çandina pembûyê mexdûr e di derbarê mijarê de wiha axivî: “Em gelek caran ji çandina pembûyê poşman dibin. Lê belê ji ber ku tu kare din ên ku em bikin tuneye em mecbûr in ku pembû biçînin. Her wiha em, berê bi wan arîkarîyên piştevanîyê li ser pîyên xwe diman; lê belê îro wan arîkarî û destekên ku em distînin, hema bêje giştî em didin heqê ceyranê.”

Cotkarên Hîlvanî di derbarê cotkarîyê xwestin derfet û îmkanên wan were zêde kirin. (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir