• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Ûmûd Der alîkarîyên meha Remezanê didomîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ûmûd Der Gida Bankasîya Êîîhê di meha Remezanê de bihezaran kesê hewcedar re alîkarî kir.

Rayederên Ûmûd Derê destnîşan kirin ku wanan heta niha di meha Remezanê de nêzî 2 hezar kesên hewcedar û xîzan re alîkarî kirine û ew ê ji îro pêve jî xebatên xwe yên alîkarîyê bidomînin.

Serokê Giştî ya Ûmûd Derê Xelîl Ergîn di derbarê xebatên alîkarîyê yên ku kirine û yên ku ew ê bikin de wiha axivî: “Berî meha Remezanê amadehîyên me yên xebatên alîkarîyê dest pê kiribûn. Me berî niha temamê erzaqên ku em ê belav bikin bi paket kirin. Digel hatine Remezanê, me jî heftîya borî  dest bi belavkirina paketên erzaqan kir û belavkirina paketan he jî didome. Heta niha me 2 hezar paket belav kir. Xwedê nesîb bike em ê ji îro pêve jî xebatên xwe yên alîkarîyê bidomînin.”

Ergîn wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ji xelasbûna Remezanê re 10 roj man. Rojê herî bixêrtir ev deh roj in. Ji ber vê yekê em ji gelê xwe yên xêrxwaz rica dikin ku bila sebr û sebatê bikin û zêdetir bixebitin da ku em karibin zêdetir jî feqîran re arîkarîyê bikin. Lewra bihezaran jar û feqîr çavên wan li rêya me ne.” (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir