• DOLAR 32.328
  • EURO 35.13
  • ALTIN 2300.783
  • ...
Li Nisêbînê pevçûna bikêr: 3 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin, li taxa Aldûlqadir Paşa di navbira du koman de ji ber sedemekê ku  nediyar e pevçûn derket. Pevçûn di destpêkê de bi minaqeşê dest pê kiriye.

Li gor îddiayan piştî ku demek ji ser minaqeşê derbas dibe, di pevçûnê de kêr tên bikaranîn. Di encama pêvçûnê de 3 kes birîndar bûn. Kesên bi navê Î.M(19), R.U.(17), û M.K.(19) di pevçûnê de bi derbeyên kêran birîndar bûn. Kesên ku birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hêj didome.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir