• DOLAR 32.627
  • EURO 34.865
  • ALTIN 2493.864
  • ...
"Nota 'Heyfa Sîwasê hat hilanîn' danîbûn li ser cinezeyan"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Endam û dildarên Komeleya Başbaglarê ji ber munasebeta 22yemîn salvegara qetlîama Başbaglarê li Camîya Fatîhê daxuyanîyeke çapemenîyê dan û destnîşan kirin ku  ev qetlîama ku hat kirin plankirî bû. Her wiha hat diyarkirin ku kesên ku vê qetlîamê kiribûn nîşeya ‘Întîqama Sîwasê hat hildan’ danîbûne li ser cinazeyan.

Ji ber salvegara 22emîn ya qetlîama Başbaglarê li Camîya Fatîhê ji teref dildar û endamên Komeleyê Başbaglarê bernameyekê bîranînê  hat lidarxistin.  Arîkarê Serokê Giştî ya HUDA PARê Erdal Elîbuyuk jî beşdarî bernameyê bû.Di bernameyê de Serokê Komeleya Başbaglarê axavtinek kir.

 “Mêran kom kirin û gule li wan reşandin”

Serokê Komeleya Başbaglarê Mehmet Alî Dîkkaya wiha dest bi axavtina xwe kir: “Îro sedema ku em li vê derê civîyanê salvegera ‘Qetlîama Başbaglarê’ ye, ew qirkirina berî vê 22 salan bû sebeb ku îro em li vê derê li hev bicivin.  Ez ji vî tiştî re qirkirin dibêjim , hûn çi dibêjin bibêjin. Lewra terorîst şevekî ji xafil da hatin û li ser gundê me de girtin. Li nava gund kî dihate ber wan, bi sîlehan li ser wan de direşandin, yên ku di mala xwe de bûn jî di mala wan de wan kuştin. Wan di malên wan de şewitandin û kuştin.”

‘Heyfa Sîwasê hat hilanîn’

Dîkkaya axavtina her wiha domand: “Ev qetlîama ku hatiye kirin plankirî bû. Lewra piştî ku ew terorîst qetlîamê kiribûn  kaxizekê ‘Heyfa Sîwasê hat hilandin’ danîbûne li ser cinazeyên mirîyan.  Ev însanên ku hatin qetilkirin haya wan ji Sîwasê jî tunebû, ji kesî re nekîndar bûn, ji kesî re dijmintî nekiribûn; ev zilma ku li van hatiye kirin ew ê çawa bê îzah kirin.” 

Dîkkaya wiha dawî li axavtina xwe anî: “Em însanên mutedeyyîn û bawermend in. Ne em hatin provakasyonê ne jî me kesî provoke kir. Bi vî awayî me lîstikên ku li ser welatên me dihatin lîstandin xera kir.Ez ji Serokomar daxwaz dikim ku bila ev doza Başbaglarê û qatilên vê qatlîamê diyar bibin. Ez li ser navê xwe û gundîyên xwe ji temamê şehîdên me re ji Xwedê Teala rehmetê teleb dikim.”(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir