• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
HUDA PAR di salvegera qetlîamê de Komeleya Başbaglarê ziyaret kir.
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Elîbuyuk ji bo serdanê digel bi heyetekê çûn Komeleya Başbaglarê. Elîbuyuk li komeleyê di derbarê qetlîama Başbaglarê de wiha avivî: “Ew qetlîama ku li Camîya El Xelîla Filîstînê û ew qetlîma Camîya Sûsaya Diyarbekirê çi bê qetlîama Başbaglarê jî ji bo me ew e. Girîngîya wan li cem me mîna hev in.

Elibuyuk axavtina xwe wiha da domandin: “Vaye ev bû 22 sal ku ev qetlîam hatiye kirin, lê belê hê jî qatil nehatine dîtin. Heger îro qatil û failên vê qetlîamê hatibe aşkere kirin ew ê êş û jana vê birînê biçek jî bana ew ê kêm bûbana. Ji ber vê yekê divê dosyayên vê qetlîamê gavek berî gavekî derkevin holê û ji bo diyarkirina qatilên vê qetlîamê çi pêwîst be divê were kirin.”  

Elîbuyuk wiha dawî li axavtina xwe anî:“Ew qetlîama ku li Camîya El Xelîla Filîstînê û ew qetlîma Camîya Sûsaya Diyarbekirê çi bê qetlîama Başbaglarê jî ji bo me ew e. Yên ku qatlîama Camîya Sûsayê kirine û yên ku vê qetlîama Başbaglarê kirine mîna hevdu ne. Ji xeynî van qetlîaman wekî din jî bi sedan qetlîam hatine kirin.  Divê misilman li dijî vî tiştî  bisekinin.  Em cardin  wan kesên ku di wê qetlîamê de şehîd bûne bi rehmet bi bîr tênin. Xwedê Teala sebr û sebatê bide we gundîyên Başbaglarê.”

 “Ew girîngîya ku didan doz û dawêyên negirîng nedan doza qetlîama  Başbaglarê”

Di derbarê mijarê de Serokê Komeleya Başbaglarê Mehmet Alî Dîkkaya axavtinek kir. Di axavtina xwe de bipêşanî spasguzarîyên xwe ji lijneya HUDA PARê re anî ziman û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Biheqê wê li ser doz û dawêya qetlîama  Başbaglarê nehat sekinîn. Hêj jî berpirsîyarên qetlîamê nehatine destgîr kirin. Piştî qetlîam hat kirin re li gor wan çend kesên ku têkilîya wan bi qetlîama re hebûn hatin destgîr kirin. Lê belê em ji vî tiştî bawer nakin, ev îddiayê pêve netiştekê. Hinek kes hatin girtin û gotin ku yên ku qetlîamê kirine ev in. Ev tişt neraste.”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir