• DOLAR 32.322
  • EURO 35.15
  • ALTIN 2292.96
  • ...
Ûmût Dera Edenê arîkarîyên meha Remezanê bênavbir didomîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ûmût Der bi vê kampanyaya “Were tu jî bibe hêvîya wan çavên ku bendewarin” alîkarîya gelek feqîr û jaran kir û her wiha rayedarên Ûmût Derê ragihandin ku ew bi vê wesîlê di navbira feqîr û dewlemendan de dibin pirek.

Serokê Ûmût Der Gida Bankasî ya Edenê Abîdîn Serîn di derbarê alîkarîyên ku hatine kirin û her wiha yên ku ew ê bên kirin de wiha axivî: “Wextin hene ku mirov  di wan wextan de zêdetir dixwazî alîkarî û xêran bike, niha em jî di mehekî wiha de ne.Di vê meha Remezanê de mirov dixwazî ku her tim alîkarîyê bike. Lewra di vê meha Remezanê de hal û rewşa însanên birçî çêtir dizane. Divê newê ji bîr kirin niha li cihê ku em lê dijîn ango li Edenê malbatinan wiha  hene ku heger alîkarî neçê malên wan ew malbat dê êvarî birçî razin. Ji ber vê yekê em hêvî dikin û daxwazin dikin ku kesên xêrxwaz zêdetir alîkarî bigihînin me da ku em jî alîkarîya feqîr û jaran bikin. Heta niha me  ji 200 malbatî re alîkarî gihandîye. Lê belê heger Xwedê nesîb bike me nîyet kiriye ku ji 400 û 500 malbatê feqîr û jar re alîkarîyê bikin.” 

Serîn di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir ku divê ev  fersenda dayîna sedeqe û kirina amelê salih neyê berdan.(ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir