• DOLAR 32.372
  • EURO 34.98
  • ALTIN 2325.578
  • ...
Salvegera 22yemîn a qetlîama Başbaglarê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berî vê 22 salan li gundê Başbaglara ku girêdaye navçeya Kemalîyeya Erzîncanê  28 kes bi sîlehan, 5 kes jî bi avêtina nava agir bi şiklekî  hovanê  hatibûn qetilkirin. Hêj ji wê rojê ve qatilên vê qetlîamê diyar nebûn.

Dema tarîx 5ê tebaxa 1993an nîşan dide qatilên xwînxwar li gundê Başbaglara Kemalîyeyê cardin xwîna misilman rijandin. Hêzên tarî û qatilan, çend roj piştî bûyerên ku li Sîwasê pêk hatibû re, li gunde Başbaglara girêdaye Kemalîyeya Erzîncaneyê di ser gund de avêtibûn û 33 misilmanên bê guneh bi şiklekî hovanê qetil kiribûn.

E.A. yê ku şahidê qetlîamê bûbû dîmenên qetlîamê wiha anî ziman: “Me kiribû ku dest nimeja mexrebê bikin ku nevîyê min hat û got ku anarşist li ser gund de girtine. Min jî hewl da da ku derîyên xanî dabidim. Dema min kir derî bigirim min dîtin û xwestin ku derî vekim ji wan re. Lê belê min derî ji wan re venekir. Ew jî ji devê derî vegerîyan û çûn. Me jî nimeja xwe kir û diayên xwe dikir. Min ji şibakê dervê nihêrt. Min dît ku cîranê min bi zorê ji mala wî derdixin dervê. Yekî danîn li ber serê cîranê min û hatine mala min, bişidet li derîyê min dan. Me derî ji wan re vekir. Ji me pirskirin ka mêr li mala hane yan tunene. Me bersiva wan da û me got ku tu kes maleyê tuneye. Çawa me wiha got têketin nava hûndir. Dema ku hatin hûndir hinek pereyên min hebûn, min dane wan da ku zirarê nedin me. Rahiştine pereyên  lê belê   min , bûka min û nevîyê min bi zora sîlehan derxistine dervê. Dema ku em ji malê derketin mala me dane ber agir. Peyde min kaş kirin. Her çiqas min ji wan re got ku ez nexweşim, qet li min guhdar nekirin.  Me birin cihê ku pîrekan li hev civandibûn. Derdora me bibombeyan dagirtin. Wekî din jî mal û û erebeyan şewitandin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir