Sûrên Diyarbekirê di Lîsteya Mîretayê ya Dinyayê de ye
Sûrên Diyarbekirê û Baxçeyên Hewselê têketin Lîsteya Mîretayê ya Dinyayê
Di hilbijartina ku li Civîna Heyama 39emîn a Komîteya Mîrateya Dinyayê ya ku li Almanyayê hat kirin de Sûrên Diyarbekirê û Bexçeyên Hewselê têketin Lîsteya Mîretayê ya Dinyayê.
Di civîna ku hat li darxistin de 21 nûner di derbarê têketina Lîsteya Mîretayê ya Dinyayê yên Sûrên Diyarbekirê û Bexçeyên Hewselê de raya erê bi kar anîn û Sûrên Diyarbekirê û Bexçeyên Hewselê têketin lîsteya Mîretayê ya Dinyayê. Bi vî awayî jimara heyînên di lîsteyê de yên Tirkiyeyê gihaşte 14an.
Sûrên Diyarbekirê yek ji cihên herî kevnar û dîrokî ne, her wiha Baxçeyên Hewselê jî axên bi bereket in ku li kêleka Çemê Dîcleyê cihê xwe digirin.(ÎLKHA)