• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Bavê ku lawê wî ji teref PYD/PKKê ve hat revandin xwe şewitand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Welîd Abdurrahman (43) ji ber ku lawê wî ji teref PYDê ve hatiye revandin û ji PKKê re hatiye teslîm kirin xwe li Silemanîyê li ber avahîya PYDê xwe şewitand.

Li gor xebera Rûdawê, Welîd Abdurrehman ê ku eslê xwe  ji Kurdistana rojavayê ye ji ber ku lawê wî ji teref PYDê ve hatibû revandin û radestî PKKê kirin, li ber avahîya PYDê ji bona lawê wî jê re bînin çalakîya rûniştinê li dar xist.  Welîd Abdurrehman ê ku lawê wî hatibû revandin dema ku dît çalakîya ku lidardixe bêfêde ye di nezî saet 18.45an de laşê xwe da ber agir û xwe şewitand.

Welîd ê ku kismekî laşe wî hatiye şewitîn li nexweşxaneyê tê tedavi kirin.

Welîd Abdurrehman li nexweşxanê ji nûçegihanê Rûdawê re axivî. Abdurrehman dazanîn ku lawê wî duh heta saet 21.00an jî li navçeya Ranyayê bû, ji ber vê yekê jî ew jî ji bo lawê xwe çûye li ber awahîya PYDê.

 Azad Abdurrehmanê ku lawê Welîd Abdurrehman e, di derbareya mijarê de  ragihand ku birayê wî berî vê 3 rojan ji teref PYDê ve hatiye revandin û teslîmî PKKê kirine. Azad di vê mijarê de wiha got: “Dema ku birayê min revandin bavê min çû avahîya PYDê û birayên min ji wan xwest. Lê belê berpirsîyarê buroya PYDê  jê re got ku ‘lawê te li Qendîlê ye tu tişt ji destên me naye,’ Ji ber vê yekê  bavê min ji wan re got ku heger hûn lawê min newênin ez ê xwe bişetînim, lê belê berpirsîyarê buroya PYD Garîb Heso jê re got ku ‘Xwe bişewitîne’ bavê min jî xwe şewitand.”(İLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir