• DOLAR 32.377
  • EURO 35.025
  • ALTIN 2325.861
  • ...
"Ommeta Îslamê di meha Remezanê de jî dûçarî êrîşan dibe"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derhênerê Weşana Giştî ya rojnameya Dogruhaber Gazetesi Mehmet Goktaş dazanîn  ku ommeta îslamê di meha Remezanê de ye, lê belê hêj bênavbir êrîş li ser ommeta îslamê tên kirin.Lê belê ew hevî dike ku sedema van êrîşan hişyarbûyîna ummeta îslamê be.

“Ew êrîşên ku li îslamê tên kirin li dijî îslama ku ji nû ve radibe ser xwe ye “

Derhênerê Weşana Giştî Goktaş axavtina xwe wiha domand: “Heger ew êrîşên ku dijminên îslamê li me dikin ji ber hişyarbûyînê be, ev rewşekê baş e.  Heger ne ji bona hişyarbûyîne be  , ji ber bêxîret û bêdengîya me be ev tişt nebaş e, felaket e. Lê belê dema ku ez tablo û rewşa îro ya ommeta îslamê dinêrim ez dibinîm ku ommeta îslamê ji tunebûnê bi gotinekê din ji xwelîyên xwe cardin radibe ser pîyan. Lê belê di nav me misilmanan de jî pirsgirêk û kêmasî hene.  Weke mînak misilman misilmanan dikujin. Gelo ev çawa û bi çi awayî dibe?”

Li gor min tiştê herî mezin ku em lê hewcedar in biratî ye, divê em biratîyê baş fêm bikin. Bi izna Xwedê em ji xewê hişyar dibin. Em hêvî dikin sedema van êrîşan hişyarbûyîna îslamê be. Bi izna Xwedê  li derdora me  hejmera misilmanên bi şiûr zêde dibe. Ez ji Xwedê niyaz dikim ku vê ezîyetê berî gavekê ji ser me ommeta îslamê rabike.

Goktaş dazanîn ku Ûris, Emrîka, sîyonîst û yên mîna wan îslam û misilmanan xistine serê hedefa xwe û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îro ji ber ku misilman bi hev du dilebikin ew jirêketîyên pîs (LBGT) û heram li sikakan bêtirs, li gor dilên xwe  hereket dikin û heqaretê li îslamê dikin.”(İLKHA) 



Bu haberler de ilginizi çekebilir