• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Dewlet divê li hemberî wan komên jirêderketî wezîfeya xwe bi cî bîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di derbarê vê mijarê de Serokê Komeleya Strandina Qedrên Diyarbekirê Recep Îdîkut bangî  îradeya siyasî û rayedarên dewletê kir  da ku li hemberî vê koma LBGTyî ya ku heqeretê li bawerîya îslamê dikin wezîfeya xwe bi cî bînin.

Di derbarê mijarê de Îdîkut wiha axivî: “ Ew koma ku dibên em ji qewmê Lût in dibêjin ku ‘me li ser navê azadî û rûmetê meşek li dar xist.’ Di ya rastîyê de hal ev e ku ev kes azadîya kesên ji xeynî xwe bin pê dike, dîsa bi vê meşê heqeretê rûmeta însanetîyê dike.Heqeret kirina bawerîya însanan ne azadî ye. Wan kar û filen xwe yên ne baş û her wiha wan emelên xwe yên ji rêderketî  dixwazin di bin navê azadîyê de têxên nava xelkê. Divê li dijî vî tiştî em misilman, wiha bêtebat û bêhereket nemînin. Divê meydan ji van kesên rêderketî re nemîne.  Divê misilman li rûmet û bawerîya xwe xwedî derkevin û van rûmetan bînin ziman.”

 “Di nava kurdan de ev jirêderketî ne duh hebû ne jî berî wê”

Îdîkut axavtina xwe wiha domand: “Ew HDPya ku dibêjî ez partîya Tirkîyê me, di sehayên cuda de xwe nîşan dide. Ew bi vî halê xwe ne temsîlkarê kurdan e. HDP bi vî halê xwe tekêtîya pozîyonekî ku kurdan ji rê derxîne. Di nava kurdan de ne duh ne jî berî wê ev jirêderketî tunebûn. Lê belê hinek kes dixwazin ku vê koma lanetkirî têxin nava kurdan. Her wiha ew kesên ku dibêjin em temsîlkarê kurdan e û ji rexê din vê jî di nava wê koma lanetkirî de fotografan dikşînin. Ev rewşekê şermezar kirineye.”

“Bila Misilman li hemberî van bêrûmet û bêexlaqan xwe berdin sehayan”

Îdîkut wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ew meşa ku ji teref wan kesên LBGTyî ve hatiye kirin meşa bêexlaqî û bêrûmetîyê ye. Li dijî van kesên ku haqeratê li bawerîya misilmanan dikin divê misilman rabin li ser pêyan. Her wiha bila Misilman li hemberî van bêrûmet û bêexlaqan xwe berdin sehayan.”(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir