• DOLAR 32.481
  • EURO 34.96
  • ALTIN 2435.833
  • ...
Li Diyarbekirê di 55 sergitinan de 64 kes hatin destgîr kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihand ku li Diyarbekirê 55 sergitên ku hatine kirin de 64 kes hatin binçavkirin, her wiha miqtarekî zêde jî tiryak hatiye girtin.

 Li gor daxuyanîya ku walîtîyê  daye ji teref polîs ve di nava vê heftîyê de 55 sergirtin hatine kirin û di van sergitinan de  64 kes hatine girtin.

Di daxuyanîya walîtîyê de hat diyarkirin ku di sergirtinan de her wiha 36 kîlo 840 gram esrar, 2,11 gram eroîn ,115 hebê extacy, 2 demançe, 2 carûr, û 13 berik hatiye bi dest xistin.

 Li gor daxuyanîyê ji 64 kesan 2 kes ji teref meqamên edlî ve hatine tewqîf kirin.

Hat diyarkirin ku hê jî di derbarê bûyerê de lêpirsîn didomin.(ÎLKHA)


 

Bu haberler de ilginizi çekebilir