Masîgir li benda rabûna qedexeya nêçîrê ne
Dikandarên masîgir destnîşan kirin ku ji ber ku nêçîra masîyan qedexe ye şolê wan qet tuneye.
Yekê nîsanê nêçîra masîyan hatibû qedexe kirin û ew ê ev qedexe yekê tebaxê xelas bibe.
Yaşar Talay ê ku 18 salê ku şolê masîgirîyê dike destnîşan kir ku ew û masîgirên mîna wî bi çar çavan li benda yekê tebaxê ne da ku qedexeya nêçîra masîyan xelas bibe.
Talay axavtina xwe wiha domand: “ Ji ber ku niha nêçîra masîyan qedexeyê tenê masîyên mîna alabalik, levrek û çupra hene; lê belê piştî ku qedexe rabe ew ê masîyên ava şîrîn yên mîna sazan û şabat werin dezgehan û bi vî awayî bihya masîyan dê erzan bibe.”(ÎLKHA)