• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Wanîyan li ser sifreya ummetê gihîştin hev
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji Wanîyan gelek kes beşdarî bernameya fitarê ya ku ji teref Insiyatîfa Piştgirîyê ya Sazîyên Civakî û Sivîl a Wanê ve hat dayîn. Bernameya fitarê li  hewşa Camîya Hz. Omer hat dayîn. Kesên ku beşdarî bernameya fitarê bûbûn bi simît, xurme û bi av rojîya xwe vekirin.

Piştî fitarê bi kurdî, tirkî û bi erebî ji ummetê dia hatin kirin. Piştî diakirine daxuyanîyekê çapemenîyê ji teref  Hayatî Beyde li ser navê insiyatîfê hat xwendin.

Di daxuyanîya çapemenîyê de bi gelemperî li ser rewşa ummeta îslamê hat rawestin û wan kesên LBGTî û meşa ku li Stenbolê li dar xistine şermezar û tel’în kir.

Beyde di daxuyanîyê de di derheqê salvegera şehadeta Şêx Seîd de wiha ragihand: “ Muheqeq em ê roja mahşerê ji zaliman hesabê bipirsin.Berî ku Şêx Seîd îdam bikin herî dawî jê pirs dikin ‘Ma daxwazîkê te heye?’ Şêx Seîd kaxiz û qelemek ji wan dixwaze û li ser kaxizê van tiştan dinivîse ‘Piştî ku mucadeleya min ji bo Xwedê û dînê Xwedê be tirsa min ji darên îdamê tuneye.’ Hey Şêxê me şehadeta te li te pîroz be.”

Her wiha di daxuyanîyê de dîqqet hat kişandin li ser mijarên qetlîama Arakanê, zilm û zordarîya ku li misilmanên Filîstîn, Misir, Somalî û wan welatên îslamên din a ku tê kirin. Di daxuyanîyê de şehadeta Aytaç Baranî û sedema şehadeta wî jî anîn ziman.

Bername piştî xwendina daxuaynîya çapemenîyê bi kirina nimeja merxebê xelas bû.(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir