• DOLAR 32.507
  • EURO 34.797
  • ALTIN 2444.034
  • ...
Ji HUDA PARê ziyareta Kobanîyên birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wan rojên ku derbas bûbûn li Kobanê êrîşek li xelkê sivîl hatibû kirin. Di vê êrîşê de gelek kes miribûn û gelek kes jî birîndar bûbûn. Kesên ku birîndar bûbûn rakiribûn nexweşxaneyên Rihayê. Lokman Yalçin ê ku Serokê Bajara Rihayê ya HUDA PARê û digel çend serokên navendan çûne serdana Kobanîyên ku di êrîşê de birîndar bûbûn.

Lijneya HUDA PARê serê pêşîn çû Nexeşxaneya Dewletê ya Balikgolê û pişt re jî çû Nexeşxaneya Dewletê ya M.Akîf Înan. Lijne bi sertebîbên nexweşxaneyan re hevdîtinek kir. Lijne di derbarê Kobanîyên ku birîndar bûne de agahî wergirt. Lijne piştî ku agahî wergirtin êdî çû serdana Kobanîyên birîndar. Lijne, şifa xêrê ji bona wan xwest,birîndaran guhdar kir. Lijne piştî demekê jî ji nexweşxaneyê veqetîya.

Yalçin dema ku ji nexweşxanê derketin axavtinek kurt kir û wiha raghand: “Me him ji bona di derheqê birîndarên me yên ku li Kobanê birîndar bûbûn de agahîyan werbigrin û him jî ji bona ku şifayên xêrê ji wan re bînin ziman em hatin ziyareta nexweşan. Li ku dera dinyayê be bila be feq nake. Êrîşên ku li sivîlan tê kirin ne tiştekî baş e û em vê êrîşa ku li sivîla hatîye kirin şermezar dikin.(İLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir